PYD’ê şehîd Osman bibîranî û soza şopandin rêya wî da

PYD’ê di salvegera 12’an a şehadeta mamoste Osman Dadalî soza şopandina rêya wî heta avakirina civakeke azad û demokrat da.

Meclisa Giştî ya PYD’ bi daxuyaniyekê salvegera 12’an a şehadeta endamê xwe Osman Suleyman bi nasnav Osman Dadalî bi bîr anî.

PYD’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku şehîd Osman Dadalî ji bo hevgirtina di navbera gelê Sûriyê de, têkoşiya. Ji lewre bûbû sembola civakê.

PYD’ê bibîrxist ku Şehîd Osman di destpêka damezirandina PYD’ê de roleke aktîf lîst û ji bo xebata yekitiya civaka nîştimanî kar kir.

18’ê Sibata 2008’an Mamoste Osman Dadalî di encama îşkenceya bi destê rejîma Baasê ve, şehîd bû.

Back to top button