Piştî kontrolkirina hinek deveran, wê agirbest pêk were

Piştî têkçûna danûstandinên li Enqere û Moskovayê, îro dîsa dewleta Tirk û Rûsya danûstandinên xwe li Moskovayê berdewam dikin.

Der barê vê yekê de, pisporekî Rûsî diyar kir ku wê ti lihevkirin navbera wan de çênebe, lê teqez wê agirbest pêk were.

Piştî bilindbûna asta şer li Idlibê, nemaze piştî bipêşdeçûyîna rejîma Sûrî û kontrolkirina gelek deverên stratejîk di nav de rêya M5 a navdewletî û bajarokê Seraqibê.

Dewleta Tirk bi Rûsyayê re kete nava têkiliyan..

Destpêkê herdu alî li Enqereyê civiyan, duh jî li Moskovayê, lê ji ber negihan ti encamê, îro danûstandinan berdewam dikin.

Der barê mijarê de, endamê Peymangeha Têkiliyên Navneteweyî û Dîroka Cîhanî ya girêdayî Zanîngeha Lobachevsky û birêveberê Navenda Pisporên Realîst a Rûsî Dr. Emro El-Dîb ji ajansa ANHAyê re axivî:

El-Dîb destnîşan kir ku “ji ber têkiliyên Rûsî- Tirkî yên xurt, ne pêkan e şerek ji ber Idlibê navbera wan de rû bide.

El-Dîb got:

Rewş aniha wê weke xwe bimîne, ji bo hemû alî bêhtir karibin deveran kontrol bikin..

Paşê wê agirbestek demkî bêyî çeteyên Tehrîr el-Şam pêk were.

Der barê gelo wê bazarek navbera Rûsya û Tirkiye çêdibe jî, pisporê Rûsî ev şirove kir:

Ji ber hêzeke terorîst pir xurt heye, wê ti bazar pêk neyên, nemaze ku ev terorîst ne tenê gefan li sivîlan, lê belê li hêzên Rûsî li Himêmîmê jî dixwin.

Back to top button