
Endamê Kongreya Amerîkayê Ralph Abraham û şandeya pêre serdan Rêveberiya Xweser a bakur û rojhilatê Sûrî kir. Abraham diyar kir ku tevî rewşa şer û êrîşan jî li herêmên Rêveberiya Xweser pêşketinek mezin heye. Abraham dest nîşan kir ku armanca wî ji serdanê piştgiriya bi Rêveberiya Xweser re ye û da zanîn ku ewê li ser rewşa herêmê agahiyan bide rêveberiya Amerîka.
Endamê Partiya Komarparêz ê di Kongreya Amerîka û serokê Komîteya Parastina Kurdan di Kongreya Amerîkî de Ralph Abraham û şandeya pêre, serdana navenda Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya li bajarê Reqayê kir.
Şande ji aliyê hevserokên Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Bêrîvan Xalid û Ebd Hamid El-Mihbaş ve hat pêşwazîkirin.
Herdû aliyan li çapemeniyê girtî lidarxistin.
Di civînê de rewşa dawî ya herêmê û giştî Sûriyê, her weha hemû gavên ji bo pêşxistina rewşa jiyanî ya li herêmê hatin nîqaşkirin.
Endamê Kongreya Amerîkî Ralph Abraham:
Li herêmên Rêveberiya Xweser pêşketinên mezin hene
Piştî civînê, endamê Partiya Komarparêz û serokê Komîteya Parastina Kurdan di Kongreya Amerîkayê de Ralph Abraham, ji dezgehên çapemeniyê re axivî.
Abraham kêfxweşiya xwe ji ber pêşketinên li herêmê anî ziman û diyar kir ku armanca serdana wî piştgiriya bi Rêveberiya Xweser re ye.
Abraham dest nîşan kir ku ewê tiştên dîtine pêşkêşî kongreyê û rêveberiya serok Trump bike û wiha got:
“Ez ê tiştên hêja û mezin yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê çêbûne û çêdibin, bigihînim hemû endamên din ên kongreyê.
Bi taybet serok Trump, cîgirê serok Mike Pence û rêveberiya wî.