Li herêma pîşesaziyê ya bajarê Qamişlo, mayînek teqiya û 2 kesan jiyana xwe ji dest da.
Teqîn li depoya komkirin û jinûveçêkirina plastîkan a li ser rêya Iwêca ya bajarê Qamişlo pêk hat.
Di encama teqînê de Farûq Silêman 29 salî û Raîd Nayîf 24 salî jiyana xwe ji dest da
Cenazeyên her du kesan rakirin Nexweşxaneya El-Selam a bajarê Qamişlo.
Piştî teqînê Hêzên Asayîşê yekser berê xwe dane cihê bûyerê û dest bi lêkolînê kir.
Li gorî encamên destpêkê mayîn di dînamoyekê de hatibû bicihkirin.