Li Terablusê, keştiyeke Tirkî hat hedefgirtin

Li paytexta Lîbyayê, Terablus, keştiyeke dewleta Tirk ku tê de çek hebûn hat hedefgirtin. Nûnerê NY ji bo Lîbyayê, Xesan Selamê, ragihand ku peymana qedexekirina şandina çekan ji bo Lîbyayê, hatiye şkandin. Rûsyayê jî teqez kir ku şandeya ku Yekîtiya Ewropayê ji bo qedexekirina şandina çekan bişîne Lîyayê, divê ji alyê Konseya Ewlekaiyê ve were erêkirin.

Vê sibehê, li beravê paytexta Lîbyayê, Terablus, keştiyeke Tirkî ku tê de çek hebûn hat hedefgirtin.

Fermandarekî Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê, Xalid Mehcûc, da zanîn ku keştî bi sê hawanan hat hedfgirtin.

Di encamê de keştî gelek ziyan dîtin.

Fermandar Xalid Mehcûc îşaret bi Erdogan kir û got,

Erdogan çeteyên xwe dişîne Lîbyayê, wê berdêlên wê jî bibîne.

Li gorî ragihandina herêmî, Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê, karwaneke leşkerî ya mezin şand bajarê Zawiyê da operasyoneke din a leşkerî û eniyeke din a şer li wir dest pê bike.

Li herêmê jî, gelek komên çekdar ên hikumeta Wîfaqê, di nav de çeteyên Ebû Obeyda el-Zawî yên Qaîdayê, bajêr kontrol dikin.

XESAN SELAMÊ: PEYMANA QEDEXEKIRINA ŞANDINA ÇEKAN HATIYE ŞKANDIN

Nûnerê Netewên Yekbûyî ji bo Lîbyayê, Xesan Selamê, di kongreyeke çapemeniyê de îro got, peymana qedexekirina şandina çekan ji bo Lîbyayê, hatiye şkandin.

Xesan Selamê diyar kir ku heya qedexekirina çekan were pêkanîn, divê hevkarî di navbera hemû aliyan de pêk were.

Selam bang li aliyê şer kir ku rêzgirtinê ji biyarên ku li Kongreya Berlînê hatine standin, bigirin.

RÛSYA: ŞANDEYA KU “YE” BIŞÎNE LÎBYAYÊ, DIVÊ JI ALIYÊ KONSEYA EWLEKARIYÊ VE WERE ERÊKIRIN

Li paytexta Îtalyayê Romayê, di navbera Wezîrên Parastin û Derve yên Rûsya û Îtalyayê de civînek pêk hat.

Aliyan li ser rewşa Lîbyayê nîqaş kirin.

Wezîrê Derve yê Rûsyayê, Sergey Lavrov, teqez kir ku şandeya ku Yektîiya Ewropayê ji bo qedexekirina şandina çekan, bişîne Lîyayê, divê ji aliyê Konseya Ewlekariyê ve were erêkirin.

“YE” WÊ DEST BI XEBATEKE DERYAYÎ Û ASÎMANÎ LI ROJHILATÊ DERYAYA SPÎ BIKE

Di civîna duh li Brukselê hat lidarxistin de, biyar hat ku YE wê dest bi xebateke deryayî û asmanî li Rojhilatê Deryaya Spî bike.

Di vê xebatê de, wê 7 balafir û 7 keştî werin pêşkêşkirin û keştiyên Yekîtiyê wê keştiyên gumanbar taqî bikin.

Ji ber nakokiyên navbera Lîbya û YE û destkdayîna wê bo hikumet Wîfaqê ya Ixwanî, berdevkê AKP’ê Omer Çelik diyar kir ku divê NY serperiştiya qedexekirina çekan bo Lîbyayê bike.

Lê Îtalya got, ev erk ji NY nayê xwestin û ewê deryaya xwe biparêzin..

Back to top button