Di hefteya bûrî de ji ber barana dijwar, gelek navç û herêmên başûrê Kurdistanê li ber lehiyê çûn.
Lê zerer û ziyana mezin li navçeya Çemçemal ya bi ser Silêmaniyê ve pêk hat.
Ji ber vê Heyva Sor a Kurd li Rojava ragihand ku wê kampaniya alîkariyê daye despêkirin .
Di riya kampanyê wê heyva Sor hewcdariyên pêwîst kom bike.
Heyva Sor a Kurd li Rojavayî Kurdistanê jî bi daxuyaniyek ragihand ku ewê piştgiriyê bidin û got:
“Li ser banga mirovî ya li başûrê Kurdistanê, tîmên me dest bi xebata meyîdanî ya ji bo alîkariyê kirin.
Em tekez dikin ku di van şert û mercên dijwar de li kêleka welatiyên başûr bisekinin.
Bi qasî ku ji destê me tê, emê piştgiriya pêwîst peyda bikin.”



