Artêşa Tirk û çeteyên wê, Eyn Îsayê topbaran kir, 3 kes birîndar bûn

Îro careke din dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê, gundên Girê Spî û naçeya Eyn Îsayê topbaran kirin.

Îro derdora saet 7:30 ê şevê, artêşa Tirk û çeteyên wê navenda navçeya Eyn Îsa topbaran kir.

Li ser gundê Mişêrfê û depoyên genim yên Şergirakê topbaran pêk hat.

Li gorî agahiyên destpêkê bi kêmanî 3 kes birîndar bûn û rakirin nexweşxaneyê.

DAGIRKERIYA TIRK ÊRÎŞ BIRIN SER GUNDÊN GIRÊ SPÎ

Vê şevê jî, dagirkeriya Tirk êrîş birin ser gundên Girê Spî.

Di êrîşê de malên sivîlan û nuqteyên rejîma Sûrî yên li gundên Evdiko, Kopirlik û Bîrkino yên Girê Spî topbaran kirin.

Her wiha gundê Qizelî, El-Huriye, El-Selîb, El-Hoşan û El-Xalidiye yên Kantona Girê Spî rastî êrîşan hatin.

QSD: LI TIL TEMIRÊ 4 ÇETE HATIN KUŞTIN

Li aliyeke din, Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê daxuyaniyek belav kir û tê de behsa êrîşa dagirkeran ya roja 15’ê sibatê li ser gundewarê Til Temirê kir.

QSD’ê da zanîn ku êrîş ji aliyê hêzên Meclîsa Leşkerî ya Til Temir ve hat şikandin û di encamê de 4 çete hatin kuştin.

Back to top button