Trump: Li Idlibê em bi Tirkiyê re kar dikin

Di demeke ku şerê li Idlibê xurt dibe û di navbera Rûsiya û Tirkiyê de nakokî zêde dibin, Serokê DYA ragihand ku ew û tirkiye li ser mijara Idlibê bi hevre kar dikin.

Li gorî agahiyên ku ajansa Reutersê belavkirî Trump gotiye,

Ez û Erdogan li ser rewşa Idlibê axivîn û em bi hevre kar dikin.

Ka em temaşe bikin, em dikarin çi bikin.

Doh jî koşka Spî ragihandibû ku di navbera Trump û Erdogan de peywendiyek telefonî encam daye.

Koşka Spî diyar kiribû ku hevdîtin bi taybet li ser mijara Idlibê bû.

Balkûşe ku ev nirxandina Trump piştî binkevtina hevdîtinên di navbera Rûsiya û Tirkiyê, li Moskovê derket.

Back to top button