
Li Kerkûkê çeteyên DAIŞ’ê êrîşî gundekî Kurdan kir, 2 welatî şehîd bûne û 3 kes jî birîndar in.
Çeteyên DAIŞ’ê vê êvarê saet nêzî 8.30’î êrîşî gundê Çexmaxê yê girêdayî navçeya Dubiz a Kerkûkê kir.
Têkildarî êrîşê çavkaniyeke ewlehiyê ya ji herêmê ragihand ku di navbera gundiyan û çeteyan de şer derket û heta niha 2 welatî şehîd bûn, 3 jî birîndar bûn.
Piştî êrîşa çeteyên DAIŞ’ê, hêzên polîsên federal û yên Kerkûkê gihiştin gund û heta amadekirina vê nûçeyê jî şerê li herêmê dewam bû.