Serokê Fransa Emmanuel Macron diyar kir ku divê dewleta tirk destê xwe wernede Fransayê û hişyarî da Erdogan ku sînorê xwe bizanibe.
Macron li Bajarê Moloz axivî û diyar kir ku fikirên destwerdan û parçekirinê yên dewleta tirk li nirxên azadî û wekhaviyê ya Frensayê nayê.
Macron teqez kir ku fransa rê nade ti aliyên ku komên radîkal perwerde bike û li dijî Fransa bi kar bîne.
Her wiha ragihand, Fransa wê rê li ber kesên ji Tirkiyê, Cezayîr û Mexreb tê Feransa bi heceta xwendinê bigire.
Salane nêzî 300 kes ji van welatên li Fransa dixwînin.