Çeteyan êrîşî gundekî Kerkûkê kir, 4 welatî şehîd û 2 jî birîndar bûn

Çeteyên DAIŞ’ê şevê din êrîşî gundekî Kerkûkê kir û di encamê de 4 welatî jiyana xwe ji dest da û 2 jî birîndar bûn.

Çavkaniyekê ji polîsa Kerkûkê ragihand ku çeteyan şevê din êrîşî gundê Çexmaxê yê navçeya Dubiz a Kerkûkê kir .

Çavkaniyê diyar kir ku piştî êrîşa çeteyan hêzên polîsên federal û yên Kerkûkê gund dorpêç kir û dest bi gera li êrîşkeran kir.

Heman çavkaniyê eşkere kir ku li navçeya Reşad (45 KM başûr rojavayî Kerkûkê) çeteyên DAIŞ’ê êrîşî nûqteyek Heşdî Şabî kir û di encamê de 6 çekdarên Heşdê birîndar bûn.

Li Mûsilê bombeyek bi karwanê artêşê ve teqiya
2 leşkerên Iraqî hatin kuştin, yek jî birîndar bû

Her weha çavkaniyekê ji polîsa Mûsilê daxuyakirin ku li pêşgeha navçeya Zummar, di dema derbasbûna karwanekî artêşa Iraqê de bombeyek teqiya, di encam de 2 leşker hatin kuştin û yek birîndar bû.

Back to top button