Li peravên Fasê 14 koçber fetisîn ku 2 ji wan zarok in

Keştiyek koçberan ku berê wê li giravên Kanarya yên Spanyayê bû, noqî avê bû, 14 koçberan jiyana xwe ji dest da, 2 ji wan zarok in.

Saziya Navneteweyî ya bi navê Watch the med Alarm Phone ku bi hewara kesên li deryayê tengav dibin diçe, bi rêya Twîtterê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku keştiyek sê rojan li nava deryayê bû, roja Duşemê noqî avê bû.

Li gorî gotinên ên sax mane, 14 kes fetisîn du ji wan zarok in û diyar kirin ku, beriya keştiya Hêza Deryayî ya Fasê, keştiyeke masîgir bi alîkariya wan ve hatiye.

Rêxistina civaka sivîl a bi navê Camînando Fronteras ku bi hewara koçberan ve diçe metirsiya xwe aniye ziman û got: ”Em ji trajediyekê bi fikar bûn û pêk hat”.

Back to top button