Dezgeha Dije Terorê ya Iraqê bi daxuyaniyekê da zanîn ku wan li gel hêzên ewlekariyê yên Herêma Kurdistanê rêze operasyon li deverên cuda yên Iraqê lidarxistine.
Di encama wan operasyonan de 6 çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin.
Li gorî Dezgeha Dije Terorê ya Iraqê li Kerkûkê 4 çeteyên DAIŞ’ê ku karê veguhestin û lojîstîkê dikirin, hatin girtin.
Di encama du operasyonên cuda de, li Musil û Bexdayê du çeteyên DAIŞ’ê yên din jî hatin girtin.
Hat diyarkirin ku bi hevkariya Rêveberiya Operasyonên Asayîşa Herêma Kurdistanê û Hêzên Komando yê Silêmaniyê operasyonên lêgerîna çeteyên DAIŞ’ê de, li parêzgeha Kerkûk û Çiyayên Hemrîn yê ser bi parêzgeha Selahedîn, hatin lidarxistin.



