Komîseriya bilind a Mafên Mirovan a Iraqê: Heta niha 545 kes di xwepêşandanan de hatine kuştin

Komîsyona Bilind a Mafê Mirovan a Iraqê, bîlançoya dawî ya xwepêşandanên Iraqê eşkere kir.

Endamê Komîsyona Bilind a Mafê Mirovan a Iraqê Elî Beyatî, bîlançoya dawî ya kesên di xwepêşandanên li Iraqê de hatine kuştin û birîndarkirin eşkere kir.

Beyatî diyar kir ku ji 1’ê Comteha 2019’an ve di xwepêşandanên Iraqê de 545 kesan jiyana xwe ji dest daye ku di nava wan de 17 endamên hêzên ewlekariyê. Herwiha nêzî 24 hezar kes jî birîndar bûne.

Bayetî ji Sumernews’ê re ragihand ku di nav de 4 jin, 89 kes jî hatine revandin.

Li gorî Bayetî ji van girtiyan, jinek di nav de, 22 kes hatine berdan.

Endamê Komîsyona Bilind a Mafê Mirovan a Iraqê Elî Beyatî eşkere kir ku ji nav 2 hezar û 800 kesên ku hatibûn binçavkirin jî, tenê 38 kes nehatine berdan.

Back to top button