Daxuyaniyên herdu aliyan, bazarên nuxmandî didin xuyakirin

Idiayên têkçûna danûstandinên Tirkî-Rûsî li Moskova mîna yên li Enqereyê, paşperdeyên lihevkirinê didin diyarkirin..

Piştî vê yekê û ji bo rewşa dawî ya Idlibê, welatên Ereb nebûna xwe di qada Sûrî de hîs kir û Îmaratê bang li Ereban kir ku “ji her demê zêdetir divê rola xwe bo aloziya Sûriyê bilîzin”.

Dewleta Tirk û Rûsya li Moskovayê cara duyamîn hevdîtinên xwe ji bo Idlibê pêk anîn.

Civînên herdu rojan jî li gorî idiayan, bêyî ti encam bi dawî bûn.

Lê ji daxuyaniyên herdu aliyan, paşperdeyên bazarekê li ba dibin..

Berdevkê Serokkomariya Tirkiyê, İbrahim Kalın mukur hat ku tiştek li gorî dilê wan pêk nehat.

Lê Rûsya daxuyanyek tirsî vê yekê da û got wan li hev kiriye û agirbest jî dê pêk were..

Li gorî tiştên li ser erdê aniha, ji vê sibehê de agirbestek pêk hatiye.

Lê çavdêr dibêjin, “lihevkirin çêbûye, lê ji bo çeteyan bi bazara xwe bidin qayîlkirin, wê şerê Rûsya û rejîma Sûrî dewam bike”.

Hemwextê van danûstandinan, ne aliyê Rûsî ne jî yê Tirkî pêkanîna berjewendiyên xwe li ser xaka Sûrî betal nekirin.

Ku balafirên Rûsî bombebarana xwe li ser Idlibê ranewestand û dewleta Tirk jî karwanek ji 90 maşîneyên leşkerî derbasî bajêr kir.

Ev şerê dewleta Tirk û rejîma Sûrî li dawîn çeperên çeteyan li Idlibê, Ereban hişyar dike..

Îmarat: Ji bo Sûriyê, divê rola Ereban bi xurtî vegere

Wezîrê derve yê Îmaratê Enwer Qirqaş bal kişand ser rûdanên dawî yên vî şerî û ragihand ku divê û pir pêwîst e ji her wextî bêhtir, Ereb rola xwe bo Sûriyê bilîzin.”

Qirqaş bi twittekê anî ziman ku:

“Eger em tiştê ku aniha li Idlibê diqewime, bibînin.. wê nebûna rola welatên Ereb baş xuya be..

Welatên derve berjewendiyên xwe li ser erdên me pêk tînin, ji lew re pêwîstî bi vegera rola Ereban heye.

Hat zanîn ku Şêwirmendê Buroya Ewlehiya Niştimanî ya Sûriyê Elî Memlûk serdana Siûdiye kiriye û dixwaze ji her wextê bêhtir, welatên Ereb li dijî dewleta Tirk bisekinin, ku îroroj Tirkiyê ji Îranê bêhtir gefan li ewlehiya wan dixwe.

Back to top button