Rojane li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê li dijî rojnamevan, endam û parlamenterên HDP’ê zext ê êrîşên polîsên AKP’ê hene.
Li Amedê di operasyona qirkirina siyasî de rojnamevan Hakki Boltan û rêveberê rêxistina HDP’ê ya Amedê Abdurrahîm Alçîçek hatin binçavkirin.
Îro serê sibehê polîsên AKP’ê li navçeyên Baglar û Yenîşehîrê yên Amedê girtin ser malan.
Di serdegirtinê de rojnamevan Hakki Boltan û rêveberê rêxistina HDP’ê ya Amedê Abdurrahîm Alçîçek hatin binçavkirin.
Hat ragihand ku Boltan û Alçîçek birin Mudîriyeta Emniyetê ya Amedê û heta niha sedema binçav kirinê nayê zanîn.