Ukrayna ragihand ku artêşa Rûsyayê bi 160 balafirên bê mirov li ser herêmên cuda yên Ukraynayê kiriye.
Daxuyaniyek ji hesabê medyaya civakî yê Fermandariya Hêza Hewayî ya Ukraynayê destnîşan kir ku Rûsyayê di şevê de êrîşên hewayî li ser welêt pêk aniye.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku artêşa Rûsyayê 160 dron avêtine, ku 108 ji wan bi guhertina rêyên wan hatine xistin an jî bêbandorkirin.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku dronên ku nehatine xistin li 23 deverên cuda yên Ukraynayê xistine.
Di êrîşên dronan de 3 kes birîndar bûn
Li gorî daxuyaniyek ji Xizmetên Awarte yên Dewleta Ukraynayê, di êrîşa dronan a Rûsyayê ya ku herêma Odessa hedef girt de kesek birîndar bû.
Her wiha êrîşên dronan ên li herêma Xarkiv jî 2 kes birîndar bûn.
Li Odessayê av û elektîrîk qut bû
Di vê navberê de, serokê Rêveberiya Leşkerî ya Herêma Odessayê Sergiy Lisak, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku di êrîşa dronan a Rûsyayê ya li ser Odessa de enerjî û binesaziya sivîl bûne hedef.
Sergiy Lisak diyar kir ku ji ber zirara ku ji ber êrîşan çêbûye, yek ji heremên herî mezin ên bajêr bê av û elektrîkê maye.



