8 Hezar Daiş’iyên ji Sûrî hatin darizandin

Herkes li dijî DAIŞ’ê ye. Anjî wisan dibêjin.
Lê dema, mijar dibe darizandina DAIŞ’ê her kes bêdeng dibe û çavên xwe digre.
Lê tevî van hewildanên navnetewî yên xemsariyê jî êdî çeteyên DAIŞ’ê tên darizandin.
Heta niha 8 hezar DAIŞiyên ji Sûrî ne, di Dadgeha Parastina Gel li Bakur û Rojhilatê Sûrî de hatin darizandin.
Niha jî amadekariyên darizandina çeteyên Biyanî tê kirin.
Hevserokê Komîteya Qanûnî ya Amadekar ji bo darizandina çeteyên DAIŞ’ê Xalid Elî ji bo darizandina DAIŞiyên biyanî banga piştevaniyê kir.

Çeteyên DAIŞ’ê ku hemû cure hovîtî li ser gelên herêmê kir niha têne darizadin.

Di girtîgehên Rêveberiya Xweser de zêdeyî 10 hezar çeteyên DAIŞ’ê hene ku 8 hezar ji van ji Sûrî ne.

Dadgeha Parastina Gel a Bakur û Rojhilat Sûrî di çarçoveya darizandinê de, çeteyên ji Sûrî darizand.

Dadgehê rewabûna xwe ji Meclisa Qanûnsaz a herêma Cizîrê girtiye.

Dadgeh dozên sûcên li dijî gelên li herêmê hatine kirin li gorî qanûna têkoşîna li dijî terorê, dadgeh kir.

Ev qanûna bi jimara 244’an li gorî qanûnên hevpeymana civakî, 2014’an hatiye derxistin û bi jimara 25’an hatiye erêkirin.

Xalid Elî da zanîn ku piraniya çeteyên hatine darizandin bi tewanan, endamtiya terorê û piştgiriya wê, pêkanîna teqemeniyan û kuştina sivîlan hatine cezakirin.

XALID: AMADEKARIYÊN DADGEHKIRINA DAIŞ’IYÊN BIYANÎ TÊ KIRIN

Hevserokê Komîteya Qanûnî ya Amadekar ji bo darizandina DAIŞ’ê Xalid Bircus Elî ragihand ku amadekariya darizandina çeteyên DAIŞ’ê yên biyanî jî dest pêk kiriye.

Niha jî zêdetirî 600 dozî yên DAIŞ’ê tê nirxandin.

Xalid Elî eşkere kir ku ji bo dadgehkirina çeteyên bîyanî jî têkilî di navbera Meclisa Edaleta Civakî û hinek dewletên Ewropayê de heye.

Her wiha Holanda, Siwêd û Birîtaniya wê alîkariya pêkêş bikin.

Xalid dazanî ku piştî 3’ê meh din wê darizandina çeteyên DAIŞ’ê yên biyanî despê bikin.

Hevserokê Komîteya Qanûnî ya Amadekar ji bo darizandina çeteyên DAIŞ’ê careke din bang li hemû dewelan û civaka navdewletî kir ku piştgiriya wan di darizandina çeteyên DAIŞ’ê de bikin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku bi têkibirina çeteyên DAIŞ’ê li Baxozê û pêngavên YPG, YPJ û QSD’ê de zêdeyî 10 hezar çete hatin girtin.

Back to top button