Di sîstema Hevserokatiyê ya YNK’ê de 2 mêr cih digrin

Piştî Koma Civakên Kurdistanê KCK’ê sîstema hevserokatiyê li ser fikrê Rêber Ocalan xist meryetê, ev sîstem êdî belav dibe.

Di vê çarçoveyê de YNK ev demek bû ji bo sîstema rêveberiya xwe biguhere di nava danustandinan de bû.

Herî dawî YNK’ê ji bo xwe sîstema hevserokatiyê esas girt.

Lê sîstema hevserokatiyê ya ji bo parastinê mafê zayendî, ji bo dabeşkirina hêzê hate bikaranîn.

Ango êdî Bafil Talebanî û Lahur Şêxcengî bûn Hevserokên YNK’ê.

Sîstema 45 salan ya rêveberiya xwe da guhertin.

Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) ragihand ku ji niha û pêde ew ê sîstema hevserokatiyê pêk bîne.

Di civîna Meclîsê ya duh de kurê Celal Talabanî, Bafil û Lahur Şêx Cengî ku berpirsê Dezgeha Parastin û Zanyariyan (îstixbaretê) bû, weke hevserokên YNK’ê hatin hilbijartin.

Bi vî awayî YNK’ê sîstema hevserokatiyê ji bo parvekirina deshilatdariyê bikar tîne.

Ji ber ku sîstema hevserokatî li ser mafê zayendî tê rêvebirin.

YNK’ê ev sîstem ji bo îdarekirina rêxistina xwe pejirand û hevserokên hatine hilbijartin bê cîgir in jî.

Ev jî pirsa me gelo di nava YNK’ê de jinek nîne ku bibe hevserok, derdixe holê.

Egere ne wisa be wê demê ji bilî parvekirina desthilatdariyê di nava du mêran de, tiştekî din nîne.

Kongrea YNK’ê di Kanûnê de hat lidarxisin û piştî ku du meh di ser re derbas bûn û serokek nehat diyarkirin.

Piştî nakokiya du mehan ev sîstem hat pejrandin.

Lê rastiya rêveberiya sîstema hevserokatiyê cuda ye.

Sîstema Hevserokatiyê, li Rojhilata Navîn cara yekê bi firkêr Rêber Ocalan, ket meriyetê.

Ev fikra ku li rojhilata navîn nû bû, cara yekemîn bi Koma Civakên Kurdistanê KCK’ê re sala, 2005’an de ev sîstem ji xwere esas girt.

Piştre jî ev sîstem li nava şêwazên rêveberiya partiyên bakurê kurdistanê hat meşandin û di sala 2007’an de yekem cara Partiya Civaka Demokatîk (DTP) ev sîstema hevseorkatiyê pêk anî.

Li Rojavayê Kurdistanê jî, bi destpêkirina şoreşê re, sala 2013-2014, ev sîstema li giştî saziyên Rêveberiya Xweser, hat pêkanîn.

Hevserokatî sîstemeke rêveberinê ye û tê wateya hevsengiya di navbera rola jinan û mêran de.

Erk û berpirsyartî di nava jin û mêran de bi awayekî wekhev, tê parvekirin.

Armanca vê sîstemê nehiştina navendî û newekheviyê ye.

Ev sîstemeke demokratîk e û jin jî tê de çalak in. Ya esas di vê sîstemê de jî wekheviya zayendî ye, yanî jinek û mêrek dibin hevserok.

Back to top button