Li Îranê girtiyên siyasî yên Kurd banga boykota hilbijatinê kirin

Her ku diçe banga boykotkirina helbijartinên Îranê zêdetir dibe.

Komek girtiyên siyasî yên di girtîgehên Îranê de ne, piştgirî dan boykotkirina hilbijartina Parlamentoya Îranê û banga boykotkirinê kirin.

Li ser hilbijartinên Îranê 3 roj man, nerazîbûn û banga boykotkirinê jî her ku diçe zêdetir dibe.

Li Îranê 55 milyon hilbijêr hene.

Ji bo endamtiyê 14 hezar kesan serlêdan kirine.

Hate diyarkirin ji nav 290 refor-mîstan bi tenê serlêdana 230 kesan hatiye qebûlkirin.

Ji bo hilbijartinê li Îran û Rojhilatê Kurdistanê serlêdana gelek kesan hate redkirin.

Konseya Parastina Destûra Bingehîn endamtiya gelek kesan red kir.

Hate diyarkirin ku endamtiya 6 hezar û 800 kesan hatiye redkirin.

Tevî vê yekê jî pêla boykutkirinê jî zêde dibe.

17 girtiyên siyasî yên Kurd ji girtîgehên Urmiye, Xoyê û Kaşmer’ê bi daxuyaniyek hevbeş banga boykotkirinê li gelên Îranê kirin.

Di daxuyaniya girtiyên siyasî de wiha tê gotin;

Komara Îslamî ya Îranê di siyaseta xwe ya hundirîn û derve de xetimiye û roj bi roj krîza wê kûrtir dibe.

Careke din di hilbijartinê de hewl dide gel teşwîq bike û dîrokê bide ji bîrkirin ku deng bide.

Dixwazin em darvekirinan ji bîr bikin, cihê darvekirinên bê kefen nepirsîn, şopên êşkeneyan ên li ser bedenan veşêrîn û biçîn li ser sindoqan.

Li seranserî Îranê niha boykotkirina hilbijartinê bûye xwestekek giştî.

Em jî piştgiriya vê xwesteka giştî dikin û weke dema borî hilbijartinê boykot dikin.

Back to top button