Garantorên şerê li Sûrî li dijî hev rawestiyane

Serokomarê dewleta tirk Erdogan ragihand ku wan ji bo şerekî berfireh li Idlibê hemû amedekariyên xwe qedandine. Rûsiyayê jî bersivek tuj da û got. Destwerdanek bi vî wayî wê bibe seneryoya herî xerab.Di civîna Konseya Ewlekariyê de jî, nûnerê Sûriyê got: Heya sînorek ji dewletên ku piştgiriyê didin komên teror neyên dayîn, wê aloziya Sûrî çareser nebe.

Êdî aloziya di navbera dewletên garantor yên şerê li Sûriyê de nayê veşartin.

.Tirkiye di mijara Idlibê de, ji bo plana xwe her tiştê pêwist amade kiriye.

Serokomarê dewleta tirk Erdogan careke din ji bo xelaskirina çeteyên xwe yên li Idlibê gef li Rûsiya xwar û got:

Weke her êrîşekê, careke din dibe ji nişka ve em werin.

Piştî vê hema yekser Rûsiya bi daxuyaniyekê bersiva gefên Erdogan da.

Berdevkê Kremlînê Dimitrî Peskov di axaftina xwe ya ji çapemeniyê re wiha got:

Rûsya bi tundî li dijî êrîşeke bi vî awayî ye.

Ev yek wê ji bo Idlibê bibe seneryoya herî xerab.

Ji bo atmosfera şerê li Idlibê, em bi Tirkiyê re di nava peywendiyan de ne.

RÛSYA: EM Ê PIŞTGIRIYA REJÎMA SÛRÎ BIDOMÎNIN

Her wiha îro, Konseya Ewlehiyê ya Navnetewî têkildarî rewşa Sûriyê civînek li dar xist.

Di civînê de, Nûnerê Rûsya yê herdem ê Netewên Yekbûyî, Vasily Nebenzia, teqez kir ku wê Rûsya piştgiriya xwe ji rejîma Sûrî re bidomîne.

Nûnerê Rûsyayê teqez kir ku hewldanên neçarkirina rejîma Sûriyê ji bo ku bi terorîstên Idlibê re bikeve diyalogê bi ser nakevin.

SÛRIYE: DIVÊ SÎNOREK JI DEWLETÊN KU PIŞTGIRIYÊ DIDIN KOMÊN TERORÊ WERE DAYÎN

Her wiha Lûeî Felûh ku ser karên serokê şandeya Sûriyê yê herdem li Netewên yekbûyî radibe, dest nîşan kir ku heya aloziya Sûriyê çareser bibe divê komên teror bên bidawîkirin û sînorek ji dewletên ku piştgiryê didin çeteyan were dayîn.

PEDERSEN: DIVÊ RÛSYA Û TIRKIYÊ JI BO KÊMKIRINA ŞERÊ ROLEKE SEREKE BILÎZIN

Nûnerê taybet ê navnetewî ji bo Sûriyê, Geir Pedersen, bi vîdyoyekê ji bo Konseya Ewlekariyê derbarê rewşa dawî ya Sûriyê de axivî.

Geir Pedersen bang kir ku divê Rûsya û Tirkiyê ji bo kêmkirina şerê li Idlibê roleke sereke bilîzin.

Nûnerê taybet ê navnetewî ji bo Sûriyê, Geir Pedersen, li ser Komîteya Destûrî ya Sûrî jî got:

“Bi destpêkirina xebatên komîteya destûrî, heya niha ti nêzîkatî di navbera aliyan de çênebûye.”

Back to top button