Wezareta Tenduristiyê ya Iraqê bi armanca dîtina Êzîdiyên winda pêngavek li sînorê Nînovayê da destpêkirin.
Berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya Iraqê Seyf Bedir da zanîn ku ev pêngav ji bo komkirina agahî û nimûneya xwîna kesû-karên qurbaniyên Êzidî yên li Nînovayê ye.
Her wekî ji bo lêgerîna cenaze û dabînkirina piştgiriya derûnî û civakî ji bo malbatan, bernameyek berfireh bi hevkariya rêxistinên navneteweyî pêk tê.
Di bernameyê de dîtin, analîzkirin, naskirin, radestkirin û veşartina cenazeyan li gorî pîvanên navnetewî heye.
Hêjayî bibîrxisinê ye, ku dema çeteyên DAIŞ’ê sala 2014’an parêzgeha Nînovayê û Şengalê dagirkirin, komkujiyên mezin di ser Êzidiyan de pêkanîn.
Heya niha jî bi sedan Êzidî windan e û kes aqûbeta wan nizane.



