Atêşa Tirk êrîşên xwe yên li dijî herêmên bakur û rojhilatê Sûrî dewam dike.
Her dawî Artêşa dewleta Tirk nuqteyên rejîmê yên li gundê Erîda yê Girê Spî topbaran kir.
Artêşa Tirk û çeteyên wê, nuqteyên Rejîma Sûriyê yên li gundê Erîda yê Girê Spî topbaran kirin.
Gundê Mişêrfê, depoyê genim ên navçeya Eyn Îsa û Şergirakê bi çekên giran hat topbarankririn, ji ber topbaranê ziyan gihiştin depoyê.
GUNDÊN TIL TEMIR Û GIRÊ SPÎ HATIN TOPBARANKIRIN
Ne tenê li wir Artêşa Tirk carek din êrîşî gundê Um El-Kêf ê navçeya Til Temirê jî kir.
Gundê Dibis ê navçeya Eyn Îsa û Huriyê yê girêdayî Girê Spî jî bi dijwarî hat topbaran kirin.