Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî:Tirkiyê li herêmên dagirkirî sûcên şer dike

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî rapora xwe ya salane eşkere kir û tê de balkişand ser sûcên şer yên Tirkiyê û çeteyên wê li herêmên dagirkirî. Rêxistinê kuştina 180 sivîlan di rapora xwe de belgekiriye û êrîşên Tirkiyê jî bi bêserûber bi nav kir. Rêxistina Efûyê her wiha dest nîşan kir ku li Efrînê revandina ji bo fidiyê tê kirin û malên sivîlan bûne bargehên leşkerî. Rêxistinê di rapora xwe de balkişandiye ser şehadesta siyasetmedara Kurd Hevrîn Xelef jî .

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî rapora xwe ya salane eşkere kir.

Rêxistinê di rapora xwe de balkişand ser sûcên Tirkiyê û çeteyên wê li Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî.

Rêxistina Efûyê di rapora xwe de şehîdbûna 180 sivîlan di navbera 9 û 20 Cotmeh borî li ser dest Tirkiyê û çeteyên wê belge kir.

Rêxistinê her weha êrîşên 9’ê Cotmehê li ser herêmên bakur û rojhilatê Sûrî bi bêserûber bi nav kir û diyar kir ku Tirkiyê êrîşî malên sivîlan, dibistan û firinên nan kir.

Rêxistina Efûyê îşaret bi sûcên li Efrînê jî kir û diyar kir ku Tirkiyê destûr da çeteyan ku nehêlin şêniyên resen herin ser mal û milên xwe û piraniya malên wan veguherandine baregehên leşkerî.

Rêxisitna Efûyê ya Navneteweyî dest nîşan kir ku Komîteya lêpirsînê ya Netewên Yekbûyî teqez kir ku piraniya gelê Efrînê ji bo tiştên xwe yên dizî vegerînin fidiyê didin çeteyan û xwediyên zeytûnan jî baceyan didin.

Rêxistinê îşaret bi revandina sivîlan jî kir û diyar kir ku çeteyên Tirkiyê ji bo ku ji malbatên wan fidiyê bistînin sivîlan direvînin. Kesên tên revandin jî bi hinceta ku daxwaza milkên xwe kirine yan jî bi hinceta ku endamên QSD’ê ne.

Rêxistina EFûyê ya Navneteweyî di bin navê revandin û kuştinên bê dadgehkirin balkişand ser şehîdkirina sekretera giştî ya Partiya Sûriya Pêşrojê Hevrîn Xelef ji aliyê çeteyên bi navê Ehrar El-Şerqiye ya li ser rêya M4 ya navneteweyî.

Back to top button