Rêjîm û Rûsyayê gundewarên Idlib û Helebê bombebaran kirin

Rêjîma Sûrî bi desteka Rûsyayê, êrîşîn asîmanî li ser gundewarê Idlib û Helebê pêk anîn. Komên çete jî bi fûzeyan bajarokê Seraqibê topbaran dikin. Dewleta tirk a dagirker sewqiyata leşkerî ya ji bo Idlibê jî bê rawestandin didomîne.

Li derdora Idlibê, planên amadekariyên şereke mezin tê kirin.

Rejîm ku bi piştevaniya Rûsiyayê li herêmê pêş dikeve, êdî xwe ji bo girtina giştî Idlibê amade dike.

Di nava van planan de şerê li herêmê jî gur dibe.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku balafirên rêjîma Sûrî û Rûsyayê, êrîşên berfireh li ser herêmên Eterab, Kefer Nûran û derdora Daret Eza, El-Sehara û Teqad yên gundewarê Helebê bombebaran kirin.

Her wiha Mintif, Dêr Sinbil û derdora Mueret El-Niesan û El-Rekaya yê gundewarê Idlibê jî hatin bombebarankirin.

KOMÊN ÇETE BI PIŞTGIRYA TIRKIYÊ ÊRÎŞAN DIKIN

Li gorî Çavdêriya Sûrî, komên çete yê girêdayî Tirkiyê bi 4 fûzeyan nuqteyên rêjîmê yên nêzî bareheya Himêmîmê ya Rûsî topbaran kirin.

Çapemeniya rejîmê jî ragihand ku sîstema parastinê ya asîmanî li nêzî bajarê Ceblê ya Laziqiyê êrîşên li ser herêmê bêbandor kirine.

Komên çete jî êrîş birin ser bajaroka Seraqibê ya Idlibê ku bin kontrola rêjîmê de ye.

Artêşa Tirk jî, vê sibehê, nuqteyên rêjîma Sûrî li rojavayê bajarê Helebê topbaran kir.

Çavdêriya Sûrî teqez kir ku artêşa Tirk nuqteke din li başûr-rojavayî Idlibê li ser riya Heleb-Laziqiyê ava dike.

Bi vî wayî hejmara nuqteyên Tirkiyê di herêma kêmşer de digihêje 37’an.

Çavdêriya Sûrî da zanîn ku îro di saetên nîro de, dewleta Tirk karewaneke leşkerî ku tê de 140 maşîne hebûn derbasî Idlibê kir.

Li gorî Çavdêriyê, di vê heftiyê de, dewleta Tirk 2 hezar û 450 maşîne û 7 hezar leşker şandine Idlib û Helebê.

Back to top button