Li gundewarê Derayê di encama teqîna bermahiyên şer de jineke ciwan jiyana ji dest da.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand :
Li gundê Biwêr ê herêma Lucatê yê rojhialtê Derayê bombeyeke destan a bermahiyên şer teqiya û got:
Di encama teqînê de jineke ciwan jiyana xwe ji dest da.
Teqîn li nêzî mala jina ciwan pêk hatiye û di cih de jiyana xwe ji dest daye.
Li gorî SOHR’ê, li Sûriyê ji dema ketina rejîma Baasê ji ber teqîna bermahiyên şer 674 kesan jiyana xwe ji dest da.



