Hevserokatiya Meclisa Rêveber serdana kampa Til Seminê kir

Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser serdana koçberên li kampa Til Semin kir û li pêwîstiyên wan guhdarkirin.
Cîgira Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Elizabet Gewriyê di serdanê de axivî û wiha got:

Me serdana koçberên li kampê kir da ku li rewşa wan binerin, li pêwîstiyê wan guhdar bikin û bicih bînin.

Elizabet anî ziman ku zêdeyî 500 malbatî niha li kampê dimînin.

Elizabet bang li Sziyên Mirovî kir alîkariya koçberan bikin.

Ji ber êrîşên dewleta Tirk li dijî herêmên bakur û rojhilatê Sûrî bi hezaran kes ji neçarî koçber bûn.

Rêveberiya Xweser jî ew koçber li dibistan û kampên herêmê bicih kirin.

Yek ji wan kampan jî kampa Til Semin ya li gundewarên Reqayê ye.

Back to top button