Wezîrê parastinê yê Rûsyayê bi Xelîfe Hefter re rûnişt

Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê bi serkêşê Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê, Xelîfe Hefter re civiya û li ser agirbesta li Lîbyayê teqez kirin.

Wezareta Parastina Rûsyayê, ragihand ku îro li Moskovayê, Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê, Sergey Shoygu, bi serkêşê Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê, Xelîfe Hefter re nûnişt.

Herdu aliyan, li ser rewşa Lîbyayê nîqaş kirin û li ser pêkanîna agirbesta li Lîbyayê destnîşan kirin.

Ji bo çareseriya aloziya Lîbyayê jî, herdu aliyan li ser pêkanîna biryarên ku li Kongreya Berlînê hatî standin, teqez kirin.

 

Back to top button