Elawî: Ez ê roja duşemê navê di hikûmeta nû de pêşkêşî parlamantoyê bikim

Serokwezîrê Iraqê, Mihemed Tewfîq Elawî, ragihand ku wê roja duşemê navê hikûmeta nû pêşkêşî parlamantoya Iraqê bike.

Serokwezîrê Iraqê, Mihemed Tewfîq Elawî, têkildarî avakirina hikûmeta nû ya Iraqê daxuyaniyek da.

Tewfîq Elawî got:

“Ez ê Roja duşemê pêkhateyên hikûmeta nû pêşkêşî parlamantoya Iraqê bikim.

Ger hikûmet ava nebe, ev tê wateya ku hinek alî li dijî pêvajoyê ne.”

1’ê Sibatê Serokkomarê Iraqê, Berhem Salih, ji bo kêmkirina hêrsa gel a li dijî rewşa heyî, Tewfîq Elawî ji bo serokwerîzrtiyê erkdar kir.

Li gor qanûnên Iraqê heta dawiya vê mehê wextê Elawî heye ku hikûmetê ava bike.

KOMISYONA BILIND A MAFÊN MIROVAN A IRAQÊ:
HETA NIHA 545 KES DI XWEPÊŞANDANAN DE HATINE KUŞTIN

Li aliyeke din, Komîsyona Bilind a Mafê Mirovan a Iraqê, bîlançoya dawî ya kesên di xwepêşandanên Iraqê de hatine kuştin û birîndarkirin eşkere kir.

Li gorî Komîsyonê, ji 1’ê Comteha 2019’an ve di xwepêşandanên Iraqê de 545 kesan jiyana xwe ji dest daye û nêzî 24 hezar jî birîndar bûne.

Back to top button