Çeteyên Tirkiyê 4 top li dora Himêmîmê xistin

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirov ragihand ku çeteyên dewleta Tirk 4 mûşek avêtin nuqteyên rejîmê yên nêzî baregeha Himêmîmê ya Rûsî li Laziqiyê.

Li gorî ragihandina rejîmê jî, sîstema parastinê ya asmanî karîbû êrîşan bêbandor bike.

Ev êrîş, li gel alozbûna têkiliyên dewleta Tirk û Rûsya yên der barê Idlibê de pêk hat.

Duh Erdogan dîsa gefa êrîşan li hêzên rejîma Sûriyê xwaribû.

Kremlin jî ev êrîş bi sînaryoyek ne baş bi nav kiribû.

Back to top button