Civîna desteya şêwirî ya piştgiriya Komîteya Dan û Standinan a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Tebqayê dest pê kir.
Civîna desteya şêwirmendiyê ya şêniyên kantonên Reqa û Tebqayê ya ji bo piştgiriya Komîteya Dan û Standinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest pê kir. Civîn bi armanca nirxandina rewşa siyasî ya Sûriyeyê û peymana 10’ê Adarê hatiye lidarxistin.
Civîn li Hola Çand û Hunerê ya bajarê Tebqayê bi amadebûna şandeyeke partiyên siyasî, hêzên leşkerî, endamên komîteya dan û standinên, nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, şêx û rûspiyên eşîran, oldar û nûnerên saziyên sivîl tê lidarxistin.
Civînê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre hevserokê Meclisa Rêveber a Kantona Tebqayê Hamid El Ferec bixêrhatina beşdaran kir û da zanîn ku gelên Reqa û Tebqayê bi şandeya dan û stndinan re ye. El Ferec anî ziman ku her kes yekparebûna xaka Sûriyeyê dixwaze û piştgiriyê dide peymana 10’ê Adarê ya ku fermandarê giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî û serokê hikumeta veguhêz Ehmed El Şeri îmze kiriye.
El Ferec cejnên xiristiyanan jî pîroz kirin û diyar kir ku dirûşma gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyalog e û li dijî hemû cureyên provokasyonan e.
Li gorî bernameya civînê, dê endamê Komîteya Dan û Standinên bi hikumeta veguhêz Ebid Hamid El Mihbaş axaftinê bike. Fermandarê giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî jî bi rêya bernameya Zoomê beşdar bibe. Her wiha dê axaftin ji aliyê kesayetên ji Reqa û Tebqayê ve bêne kirin.



