Îranê bangên boykottkirina hilbijartinan bilind dibin

Li Îranê amadekariyên hilbijartinên parlemanê têne kirin.

Di demekê de ku rejîma Îranê bi civaka navdewletî re di nav aloziyan de ye û hêrsa kolana Îranî jî zêde bûye, bangên boykottkirina van hilbijartinan bilind dibin.

Destekdayîna terorê, têkbirina ewlehiya Rojhilata Navîn û destwerdana li karûbarên çend welatan, tawanên desthilatdariya Îranê li ser asta navdewletî ne.

Aloziya Îranê bi civaka navdewletî re, piştî kuştina Qasim Suleymanî û xistina balafira Ukraynayê, hîn kûrtir bû.

Lê alozî û nerazîbûnên li hindirê welêt jî, ne kêmî yên derve ne.

Gelên Îranê li dijî desthilatdariyê carcaran serî radikin û her car jî bacên mezin didin.

Di mehên dawî yên sala 2019’an de, bilindkirina nirxê benzînê, bû çirûska destpêkê ya xwepêşandanan û tevahiya welat da ber xwe.

Tevî vê rewşê jî, sibe 21’ê Sibatê komara Îranê ya Îslamî hilbijartinên parlemanê dê li dar bixe.

Ji bo 290 kursiyên parlemanê, 16 hezar kesî namzetîtiya xwe pêşkêşkî Komîteya Parastina Destûrê kiriye.

Lê Komîteya Parastina Destûrî, tenê namzetîtiya 5 hezaran erê kir.

Li gorî rojnameya The Guardian a Brîtanî, komîteyê piraniya namzetên Îslahî dûr xistin û bi vê yekê rê li ber serdestiya muhafizan vekir.

Di heman demê de, bangên boykottkirina hilbijartinan, rojeva sereke ya muxalefetê ye.

Endamê Meclisa netewî ya berxwedana Îranê Mihdî Uqba’î ev hilbijartin bi sexte bi nav kir û teqez kir ku bertek bi rêya şoreşê û jiholêrakirina rejîmê, pêkan e.

Bangên boykottkirinê ji zindanan jî derketin.

Herî dawî, 17 girtiyên siyasî yên Kurd ji zindanên Urmiye, Xoy û Kaşmer’ê bi daxuyaniyeke hevbeş banga boykottkirinê li gelên Îranê kir.

Muxalefeta derve jî heman helwestê nîşan dide û dibîne ku tevlîbûna hilbijartinan, rewabûnê dide rejîmê.

Li nava gelên Îranê, nemaze di van aloziyên dawî de, hestê herifandina rejîmê dihat hîskirin.

Piraniya gelên Îranê ku ji desthiladariya welêt bêhêvî mane, bangên muxalefetê, çi ji hindir û çi jî ji derve, ji bo boykottkirina van hilbijartinan, weke derfetekê ji bo guhertina rewşê dibînin..

Rejîma Îranê ya ku îroroj welêt bi rê ve dibe, hîmên xwe ji şoreşa 1979an ve daniye û ji wê demê ve desthilatdarî bi temamî di bin navê Şoreşa Îslamî de di destê Rêberê bilind ê şoreşê Rûhullah El-Xumeynî de bû û ji dema mirina wî sala 1989an ve, Elî Xamene’î cihê wî digire.

Back to top button