Îro, li Mizgefteke Elewiyan a Himsê, teqîneke mezin rû da.
Di encamê de, 26 kesan jiyana xwe ji dest da û birîndar bûn.
Di nimêja roja Înê de, teqînek di nava Elewiyên Mizgefta “Elî Bin Ebî Talib” a li Wadî Zeheb a Himsê rû da.
Rêveberiya Ambulans û Rewşên Awarte ya Wezareta Tenduristiyê ya Hikumeta Veguhêz a Sûriyeyê ragihand ku di encamê de 8 kes mirin û 18 birîndar bûn.
Wezareta Hindirîn jî dibêje ku hîna wan nasnameya êrişkaran nas nekiriye û ew vê gavê lêkolîn dikin.



