Li bajarê Girê Spî rewşa xizmetguzarî xerab bûye û vê jî bandor li hemû qadên din kiriye bê ku tu çavdêrî û şopandin hebe.
Di dawiya sala 2019’an de dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bajarê Girê Spî dagir kir.
Ji wê demê ve şêniyên bajêr di rewşeke zehmet û giran de dijîn nexasim ku çeteyan dest danîne ser hemû qadên xizmetguzariyê û binesaziyê.
Krîza nan dizîna ard û xerabiya rêveberiyê
Li bajêr ji ber kêmbûna ard û xerabiya rêvebirina firneyan gelek firne hatin rawestandin.
Agahî belav bûn ku hin berpirs û serçeteyên dewleta Tirk ard didizin û di sûka reş de difiroşin.
Çeteyên “Polîsa Leşkerî” ji her kesê ku di dema derbaskirina sînorê Tirkiyê ji aliyê dewleta Tirk ve tê girtin, 5 hezar dolar dixwaze.
Paşketina kehrebeyê û keysbazî
Li bajarê Girê Spî yê dagirkirî kehrebe xerab û buha ye.
Şîrkeya AK Energy di encama peymaneke derqanûnî de ya bi “Meclisa Xwecihî” re dest danî ser kehrebeya bajêr.
Kehrebe bi awayekî domdar qut dibe û şêniyan got ku ew bi zanabûn tê qutkirin.
Ji vê rewşa xerab qada perwerdehiyê bêpar nema.
Li dibistanên bajêr perwerdehî paş ketiye û hatiye paşguhkirin.
Di seramaya zivistanê de jî de dibistanan de jî sobe û mazot tune ne.



