Rêxistina NY ya zarokan: di êrîşa Şemiyê ya li Yemenê de, 19 zarokan jiyana xwe ji dest dabû

Di êrîşa ku roja Şemiyê li Yemenê rû dabû de, 19 zarokan jiyana xwe ji dest dabûn.

Di êrîşa 15 Sibatê ya li dijî parêzgeha Elcewf de, 31 sivîlî jiyana xwe ji dest dabûn, lê îro Rêxistina NY ya Zarokan “UNICEF” eşkere kir ku 19 zarok di nava qurbanan de hebûn.

Li gorî rêxistinên mirovî yên cîhanî, ji ber şerê di navbera Hêzên Hûsî û hikumetê de, heta niha bi deh hezaran kes jiyana xwe ji dest dane, piraniya wan jî sivîl in.

Back to top button