Rand Coporation,metirsiya darbeyekî li dijî Erdogan ragihand

Serokkomarê dewleta tirk a dagirker Erdogan careke din di nava siyaseta xwede tengav bûye.

Erdoganê ku bi krîza aborî û sîyasî re di nava zehmetiyan de ye, bi polîtîkayên xwe yên ji derve jî bitenê dimêne.

Rêxistina RAND Coporation ya Amerîka, li ser tirkiyê û rewşa wê ya dawî raporek weşand.

Ev rapor qala nîşaneyên darbeyekê li tirkiyê dike û di nava tirkiyê de jî atmosferek aloz ji niha ve daye avakirin.

Li ser mijarê di nava AKP’ê bi xwe de jî dubendî çêbûye.

Muxalefeta li tirkiyê jî dibêjin ev mijar tenê daxwaza Erdogan ya gurtina rojevê ye.

Li tirkiyê careke din dengê dahola darbeyê tê bihîstin.

Rêxistina RAND Corporation ya fikirînê ku navneda xwe li Amerîka ye, li ser rewşa li tirkiyê û amadekariyên darbeyekê li tirkiyê raporek weşand.

Di raporê de rêxistinê bi taybetî balkişand li ser nerehetiya aliyên leşkerî yên pileya xwe di asta navîn de û got, ev yek dibe ku bibe sedema darbeyê.

Çapemeniya alîgirê deshilatê jî ji bo careke din rewşa heyî veşêrin û rojevê biguherînin careke din mijara darbeyê xistin rojevê.

Hinek alî jî gotinên fermandarê giştî yê berê yê dewleta tirk Îlker Başbug yên di demên dawiyê de li ser “lingê siyasî yê FETO” yê jî balkêş dibînin.

RAND Corporation ev 10 salin raporan pêşkêşî Hêzên Leşkerî yên DYA dike û mesrefa xwe jî ji rêxistinên fermî yên welêt digre

Rêxistinê herî dawî di meha çileyê de jî raporek bi navê “Turkey’s Nationalist Course” ( Meyîldariya Tirkiyê ber bi Netewperestiyê ve) weşandibû.

Di raporê de hat gotin, Tirkiye ber bi welatekî cudaker ve diçe.

LI TIRIYÊ DARBE!
BI GOTINA DARBEYÊ RE DI NAVA AKP’Ê DE DUBENDÎ DERKET

Wezarete Parastinê ya Tirkiyê bertek nîşanî raporê da û got, tiştek bi vî awayî tineye.

Lê balkêşe ku ji nava AKP’ê bi xwe dengên cuda derdikevin.

Erdogan di civîna koma partiya xwe de got:

Enerjiya tirkiyê bi darbeyê xerckirin, durxistina Tirkiyê ji hedefên wê ye.

Lê beriya niha rêveberên AKP’ê gotibûn, ev ne mijareke wisane ku em jêre guhê xwe bigrin.

Serokê MHP’ê Devlet Bahçeli jî rapor bi şerê li Sûrî ve girê da û got, li dijî hewildanek ya darbeyê ewê bi hemû hêza xwe rawestin.

Di çarçoveyeke ku aligirên deshilatdariyê dixwazin mijarê di rojevê de bihêlin, muxalefeta tirkiyê jî xwe bêdeng kiriye.

Mixalefet vê yekê weke plana guhertina rojevê binav dikin û ji bo vê yekê jî dûrî nîqaşên li ser mijrê dimênin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku di 15 Tîrmeha 2016’an de li tirkiyê piştî darbeya leşkerî ya binketî, vê carê Serokê AKP’ê li welêt dest bi darbeya siyasî kir û bi sedhezaran kes binaçav kirin.

Li gorî çavdêrên siyasî Erdoganê ku hêza xwe winda dike ji bo rê li pêşiya vê yekê bigre careke din dixwaze senaryoya darbeyê dubare bike.

Back to top button