Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya herêma Firatê tevahiya pêdiviyên dibistana kampa Girê Spî re peyda kirin.
Rêveberiya Kampa Girê Spî 9’ê meha borî li kampê dibistanek ji zarokên koçber re vekir û Komîteya Perwerdê ya Eyn Îsayê jî pêdiviyên dibistanê li gorî derfetên xwe pêşkêş kirin.
Destpêkê nêzî 350 zarokî berê xwe da dibisanê, lê ji ber kêmbûna pêwîstiyan û sermanyê nîvê van zarokên nema çûn.
Rêvebeiya Kampê gelek caran bang li rêxistinên mirovî û yên zarokan kir ku piştgiriya dibistanê bikin, lê ti rêxisinê bersiv neda.
Lewma Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Firatê bi derfetên xwe 10 kon bi hemû pêdiviyên ji bo perwerdekirina zarokan amade kir.
Desteyê her wiha 22 mamoste jî erkdar kirin.
Hevserokê Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya navçeya Eyn Îsayê Marûf El-Şêx Salih diyar kir ku bi vekirina dibistanê di meha derbasbûyî de hejmara zarokan vegere mîna berê.
Kamp Girê Spî 22 mijdara 2019’an piştî êrîşên Tirkiyê û çeteyên wê li ser herêmê hat vekirin û niha hezar 982 koçberên ji Girê Spî û gundewarên wê tê de ne.