Medyayên girêdayî hikumeta veguhêz idîa kirin ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Helebê Ebû Bekir El Dêrî hedef kirine.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Helebê jî bi daxuyaniyekê vê îdiayê derewand û diyar kir ku tu rastî yan jî bûyerek îsbatkirî ya vê îdiayê tune ye.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Helebê di daxuyaniya xwe de got:
“Hêzên me radigihînin ku agahiyên hin medyayên hikumet ên hedefgirtina Ebû Bekir El Dêrî ji hêla hêzên me ve derew in.
Tu rastî yan jî bûyerek îsbatkirî ya vê îdiayê nîn in.
Em pabendî agirbestê û peymanên bi tevahî aliyên eleqedar re hatine îmzekirin in.
Em li gorî berjewendiya ewlehî û aramiya herêmê, li gorî rêkeftinê, dixebitin.”
Her wiha da zanîn ku hêzên wan di çarçoveya parastina pergalê û misoeriya ewlehî, aştiya giştî û parastina sivîlan de xebatên xwe didomîne.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Helebê di dawiyê de bang li medyayên dîjîtal kir ku di veguhastina agahî û nûçeyan de hişyar û baldar bin.



