Bi binketina danûstandinan re, Tirkiyê dest bi êrîşeke li dijî Rejîmê kir

Piştî binketina danûstandinên Rûsya û dewleta Tirk li ser Idlibê, dewleta Tirk û çeteyên wê êrîşên dijwar birin ser herêmên rejîma Sûrî yên li Idlibê.

Dewleta Tirk idîa kir ku ev êrîş di encamê kuştina 2 leşkerên wê li Idlibê de pêk hatiye.

Rûsya jî hişyarî da dewleta Tirk û bang lê kir ku piştgiriya çeteyên li Idlibê rawestîne.

Piştî binketina danûstandinên siyasî li Enqere û Moskoyê, şerê gefxwarinê navbera rejîma Sûrî û dewleta Tirk a dagriker veguherî şerekî dijwar li ser erdê.

Tevî ku wezîrê derve yê dewleta Tirk Mevlut Çavuşoglu idîa kiribû ku nêrînên wan û Rûsya der barê Idlibê de, nêzî hev dibin, lê şerê li ser erdê, Çavuşoglu li derewê qeliband.

LI BAŞÛR-ROJHILATÊ IDLIBÊ DEWLETA TIRK BI DIJWARÎ ÊRÎŞÎ REJÎMÊ KIR

Dewleta Tirk û çeteyên xwe bi awayekî dijwar êrîşî herêmên rejîmê yên li başûr-rojhilatê Idlibê kir.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirov ragihand ku artêşa dewleta tirk a dagirker êrîşî bajarokê Nêrib kir û piştî şerekî dijwar ku kuştinê herdu aliyan çêbûn, dagirkeriya Tirk nîvê bajarokê navborî kontrol kir.

REJÎMÊ HEJMAREK EREBÊN DEWLETA TIRK LI NÊZÎ NÊRIBÊ TEQANDIN

Rejîma Sûrî ji aliyê xwe ve bersiva êrîşan da û hat ragihandin ku êrîşa çeteyan hatiye şikandin û derb li erebeyên zirxî yên dewleta tirk hatine xistin.

Hemwextî wê dewleta Tirk artêşa xwe li derdora herêmên Qimînas û Sermînê ji bo êrîşeke bejahî bi cih kirin û derdora 80 maşîneyî derbasî Idlibê kir.

DEWLETA TIRK NUQTEYEKE DIN LI SER RIYA “M4” AVA KIR

Her wiha nuqteyeke din li bajarokê Bisenqûl li ser riya M4 ava kir.

Balafirên şer ên Rûsyayê jî herêmên Şehrenaz û Horteyê li çiyayê Şehşebû bombebaran kir.

RÛSYA: PIŞTÎ PEYWENDIYEKE LI GEL ME, TIRKIYE ÊRÎŞÊN XWE RAWESTANDIN

Piştî êrîşên navborî wezareta Parastinê ya Rûsyayê bi daxuyaniyekê banga diyalogan li Tirkiyê kir û idîa kir ku di encama peyewendiyekê de Tirkiye êrîşên xwe yên li dijî rejîmê rawestandin.

RÛSYA BANG LI TIRKIYÊ KIR KU PIŞTGIRIYA ÇETEYÊN LI IDLIBÊ RAWESTÎNE

Rûsya her wiha ji Tirkiyê xwest ku piştgiriya leşkerî ya bi çeteyên li Idlibê re rawestîne.

Di heman daxuyaniyê de Rûsya teqez kir ku balafirên wan ên şer tankek, 6 maşîne û 5 erebeyên leşkerî yên çetyên dewleta Tirk li Idlibê teqandine.

Her wiha 4 leşkerên rejîmê birîndar bûn.

TIRKIYE: 2 LEŞKERÊN ME LI IDLIBÊ HATIN KUŞTIN Û 5 BIRÎNDAR BÛN

Wezareta parastinê ya dewleta Tirk jî idîa kir ku li Idlibê 2 leşkerên wan hatin kuştin û 5 birîndar bûn.

Her wiha li gorî idîayên heman wezaretê, di êrîşan de 50 leşkerên rejîmê hatine kuştin.

Duh jî Serokomarê Tirk Erdogan gefên xwe li dijî rejîma Sûrî nû kiribûn û gotibû amadekariyên wan ên êrîşekê hazir in.

Rûsya ji aliyê xwe ve pêkanîna êrîşeke li Idlibê bi ”senaryoyeke herî xirab” bi nav kiribû.

Back to top button