Tirkiye: Nêzîkbûna Amerîka ji me re cihê gumanê ye

Wezîrê derve yê dewleta Tirk Mevlut Çauşoglu got, ji ber nakokiyên navbera wan û Rûsyayê, Amerîka xwe nêzî Tirkiyê dike û ev nêzîkbûn cihê guman ye.

Mevlut Çauşoglu nêzîkbûna Amerîka ya vê dawiyê bi Tirkiyê re bi guman bi navê kir û got:

Amerîka ji ber nakokiyên navbera me û Rûsyayê de xwe nêzî me dike û ji ber vê em bi guman in.

Serokê dewleta Tirk Erdogan jî beriya Çauşoglu idîa kiribû ku ” derbarê Idlibê de, dibe ku di navbera Tirkiyê û Amerîkayê de hevgirtinek çêbibe.”

HEMWEXTÎ ÊRÎŞÊN LI IDLIBÊ, NATO DIBÊJE “TIRKIYÊ NATO YE”

Îro jî hemwextî êrîşên dewleta Tirk li ser Idlibê, NATO’yê vîdyoyeke ne ji rêzê li ser hisabê xwe belav kir û tê de dibêje ew bi hevkarên xwe re ne û Tirkiye NATO ye”.

Hefteya borî jî nûnerê DYA ji bo Sûriyê, James Jeffrey serdana Enqereyê kiribû û diyar kiribû ku ”ew difikirin ji ber Idlibê destekekê bidin dewleta Tirk.”

Back to top button