Eyad Elawî: Sozên Mihemed Elawî ne rast in

Li Iraqê aloziya siyasî dewame. Mihemed Tewfîq Elawî ragihand ku wê roja duşemê pêkhateya hikûmeta nû pêşkêşî, parlementoyê bike û ji niha de li ser başkirina rewşa heyî soz da. Serokê Koalîsyona Nîştimanî ya Iraqê Eyad Elawî jî diyar kir ku sozên wî ne rast in.

Di nava aloziya siyasî û aborî de Mihemed Tewfîq Elawî wê 24’ê Sibatê pêkhateya nû ya hikumeta Iraqê eşkere bike.

Mihemed Tewfîq Elawî ji baweriyê ji parlamantoyê xweset ku civîneke awerte li dar bikeve.

Elawî diyar kir ku pêkanîna hilbijartina pêşwext û cezakirina kesên ku tûndiyê li dijî xwepêşandêran bi kar tînin wê ji erkên sereke yên hikûmeta wî bin.

Duh çalakvanek Grûba Tehrîr a li herêma Cadirye ya li navenda Bexdayê ji aliyê kesên nenas ve hate revandin.

Serokê Koalîsyona Nîştimanî ya Iraqê Eyad Elawî jî li ser bûyerê daxuyanî da.

Eyad Elawî got;

“Berdewamiya revandina çalakvana nîşaneya vê yekê ye ku desthilat dixwaze bi her awayekê, dawî li nerazîbûnan bîne.

Niha bi awayek dijminane hewldana bidawîkirina xwepêşandanan dikin.”

Eyad Elawî li ser sozên Mihemed Tufîq Elawî jî ev tişt anî ziman:

“Hewldanên revandinan tê wateya ku gotinên Elawî ji bo parastina xwepêşandêran û pêkanîna daxwazên wan nerastin.

Ji ber ku piştî gotinên wî, çalakvan Ehmed Uşah winda ye.”

Li aliyekî din jî partiyên başûrê kurdistanê ji Elawî daxwaz dikin ku ji YNK û PDK’ê 3 wezîr werin diyarkrin.

Li ser mijarê heta niha ti lihevkirinek fermî çênebûye.

Back to top button