Vîrûsa Corona..Heta niha 2 hezar û 118 kesan jiyana xwe ji dest daye

Li Çînê 114 kesên din li bîlançoya qurbanên vîrûsê zêde bûn û bi vê yekê jî jimara giştî ya qurbanan dibe, 2 hezar û 118 kes. Li Îranê jî 2 kes bi vîrûsê mirin, xelkên Iraqê jî deriyên sînorî bi Îranê re girtin.

Komîteya Tenduristiyê ya Çînê bi daxuyaniyekê ragihand ku bîlançoya qurbanên vîrusa Corona bilind bûye ku heya niha 2 hezar û 118 kesan jiyana xwe ji dest daye.

74 hezar û 576 kes pê ketine û 16 hezar û 155 kes jî ji virusê rehet bûne.

Li gorî komîteyê, ev agahî ji belgeyên dawî yên 31 herêman hatine wergirtin.

Herî dawî, deshilatên Çînî mirina 2 kesên ku li ser keştiya ” bi virusê ketibûn jî ragihand.

Koreya Başûrî jî ragihand ku ji 104 kesên bi vîrûsê ketine, kesk miriye.

Her wiha li Îranê piştî mirina 2 kesan ji ber vîrûsê, xelkên bajarê Besra ya Iraqê jî ji tirsa belavbûna vîrûsê, deriyê sînor yê bi Îranê girt.

Back to top button