Erdogan piştgiriya xwe ji Wîfaqê re didomîne

Serokê Tirkiyê, Erdogan li Stenbolê bi serokê hikûmeta Wîfaqê ya Lîbyayê, Fayîz El-Serac re civiya û piştgirya xwe jê re dubare kir.

Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê jî, Erdogan weke sedema sereke ya aloziya Lîbyayê bi nav kir û diyar kir ew ê ti aştiyê bi dagirkeran re pêk neyînin.

Misir jî ragihand ku şandina komên teror ji Sûriyê ber bi Lîbyayê ve, wê gefê li dewletên Ewropî jî bixwe.

Serokê Hikûmeta Wîfaqê, Fayîz El-Serac, serdana Stenbolê kir û bi serokê Tirkiyê, Erdogan re civiya.

Di hevdîtina ku li qesra serokomariyê pêk hat, Erdogan careke din piştgirya xwe ji hikûmeta Wîfaqê re dubare kir.

SEROKEŞÎRÊN LÎBYAYÊ: EM Ê DOZÊN NAVDEWLETÎ LI TIRKIYE Û QETERÊ VEKIN

Her wiha îro, li bajarê Terhûna ya Lîbyayê, bi hezaran şêx û serokeşîrên Lîbî li ser rewşa dawî ya welêt kongreke li dar xist.

Di kongreyê de hat gotin Tirkiye dagirkeriya xwe li welat didomîne û çeteyên xwe hêjî ji Sûriyê dişîne Lîbyayê û hat teqezkirin ku wê ti destwerdaneke derve neyê qeûblkirin.

Di encamnameya kongerê de hate ragihandin ku di serî de dewleta Tirkiye û Qeter ewê dozên navdewletî li dijî dewletên ku tevlîheviyê li Lîbyayê dikin, vekin.

MISMARÎ: BI ERDOGANÊ DAGIRKER RE, EM TI AGIRBESTAN NAKIN

Duh jî, berdevkê Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê, Ehmed Mismarî, ragihand, ew ê li dijî terorê bêdeng nemînin û ti agirbestê bi dagirkerekî biyanî re çênekin.

Mismarî dîsa bang li çeteyên hikumeta Wîfaq a Ixwana Mislimîn ya dewleta tirk kir ger xwe radest bikin wê wan bi selametî vegerînin welatên wan.

KAPTINÊ KEŞTIYEKE BARKIRINÊ LI BAKURÊ WELÊT HAT GIRTIN

18’ê Sibatê Yekîtiya Ewropayê biryara çavdêriya asmanî û deryayî bo rawestandina çek û çeteyên dewleta Tirk ji Lîbyayê re dabû..

Lê tevî vê jî, dewleta Tirk heya niha destekdayîna leşkerî ranewestandiye.

Îro, Dozgerê Giştî yê Îtalyayê ragihand ku wan kaptinê keştiyeke barkirinê li bakurê welêt bi gumana qaçaxiya çekên Tirkî ji bo Lîbyayê girtiye.

Li gorî Dozgerê Giştî, ala Libnanê li ser vê keştiyê hatibû hildan.

Serdozgeriya Îtalî da zanîn ku wan dest bi lêpirsînê kiriye û tê payîn têkiliyên kaptinê keştiyê bi berpirsên leşkerî yên Tirk re hebin.

Li aliye din jî, Wezareta Derve ya Misirê piştî berşdarûna wê di civîna Koalisyona Navdewletî ya li dijî DAIŞ’ê ku li Londonê pêk hat, daxuyaniyek da.

Wezareta Derve ya Misirê li ser şandina komên teror ji Sûriyê ber bi Lîbyayê ve hişyarî da û got ku ev gefê li dewletên Ewropî jî bixwe.

Back to top button