Li gel nerazîbûna gel, hilbijartinên parlamena Îranî îro dest pê dike

Li gel nerazîbûnên gel, îro hilbijartinên dewreya parlamenî ya 11’an li Îranê dest pê dikin.

Li gorî daneyên dawî yên rayedarên Îranê, 57 milyon û 918 hezar kes mafê xwe yê dengdanê heye.

Ji wan 29 milyon û 39 hezar kes mêr in û 28 hezar û 879 hezar jî jin in.

Li 31 parêzgehên Îranê, wê li 208 herêman deng werin dayîn.

Li Rojhilatê Kurdistanê jî, piraniyên aliyên Kurdî yên muxalefetê, hilbijartin boykott kirine û ji bo vê jî bang li gel kirine.

Li Rojhilatê Kurdistanê, li 29 herêman deng tên dayîn û wê 38 kesan rêkin parlamenê.

Piştî vîrûsa Corona li Îranê peyda bûye, dibe ku ji bilî kesên hilbijartin boykott kirine, gelek kesên din neçin ser sindoqan.

Der barê van hilbijartinan de, Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo dibêje, gelên Iranê hêjayî hilbijartineke azad in.

Pompeo, Elî Xaminî bi bêparabûna 7 hezar Îraniyî ji mafê dengdayînê tawanbar kir.

Back to top button