Tevî hişyariya Rûsya, Tirkiyê desteka leşkerî şand Idlibê

Rûsya ji Tirkiyê xwest, piştgiriya terorê neke.

Lê belê wê dîsa desteka leşkerî şand Idlibê.

Dewleta ku li Ildibê ketiye nava serberberiyê ye û piştgiriya hevkarên xwe yên kevin dike.

Piştî bersiv û daxuyaniya Rûsyayê, Tirkiyê moşekên “Patriot” ji Amerîkayê dixwaze.

Lê belê hîna jî, ji bo bikaranîna S400 jî bi israr e.

Gelo Wê Tirkiyê xwe ji Amerîka yan ji Rûsyayê biparêze?

Berovajî daxauaniya Rûsyayê, Tirkiyê desteka leşkerî dîsa şand Sûriyê.

55 maşîneyên leşkerî di dergeha Kefer Losîn ê Bakurê Idlibê re, çûn navendên leşkerî yên Dewleta Tirk..

Ji 2 Sibatê ve, 2590 maşîne û bêhtirî 7 hezar leşkerên vê dewletê derbasî axa Sûriyê û bi taybet herêma Idlibê bûne.

NATO: Tirkiyê NATO ye

Bi van pêşketinan re, nîşaneyên piştgiriya NATO’yê derdikevin holê û Tirkiyê ji bo parastina xwe, daxwaza moşekên Patriot ên Amerîkî dike.

Wezîrê Parastinê yê Tirkiyê jî got “piştî kuştina leşkerên Tirkiyê, dibe ku Amerîka moşekên Patriot ji bo wan bişîne”

Tirkiyê ji bo parastina xwe ji Rûsya moşekên patriot dixwaze

Hilûsî Akar ê dibêje ku “bêguman wê S400 ên Rûsî jî bikevin piratîkê, lê belê ji ber welatê wî di bin gefa êrîşên asîmanî û moşekî de ye, ji lewre pêwîstî bi moşekên Amerîkî jî heye.”

Tevî van daxuyaniyan jî, lê belê heman wezîrê Tirkiyê dibêje “niyeta wê ye rûbirûbûna bi Rûsyayê re tine ye û dê danûstandin navbera fermandarên herdû dewletan de bidomin û yek ji wan mijaran jî, qada hewayî ya Idlibê ye.”

Li hemberî vê jî û di wextekê de Dewleta Tirk êrîşî Rejîmê dikir, NATO’yê vîdyoyeke ne-jirêzê li ser hisabê xwe belav kir û tê de dibêje “ew bi hevkarên xwe re ne û Tirkiye NATO ye.”

Tê zanîn ku piştî kirîna Tirkiyê ji S400 re, Amerîka ew ji projeya kirîna balafirên F-35 dûr xist..

Çavdêr: Tirkiyê di çiravê de ye, piştgiriya nato winda kiriye

Çavdêr dibînin ku Tirkiyê di rewşeke zehmet de ye, nexasim di dema têkiliyên xwe bi Rûsyayê re xurt kir, piştgiriya NATO’yê winda kir.

Helbet Erdogan ji bo kuştina herdû leşkerên xwe xwest bersivê bide Rejîmê û hebûna xwe li wir biparêze, lê belê Rûsya devera topavêja Tirkiyê kir armanc û jê xwest, piştgiriya komên çete rawestîne.

Wezareta parastinê ya Rûsya hişyarî da Tirkiyê û jê xwest ku, “piştgiriya terorê rawestîne”

Bi vê re balafirên Rûsyayê, tankek, 6 maşîne û 5 erebeyên leşkerî yên çetyên dewleta Tirk li Idlibê teqandine.

Back to top button