Dewleta Tirk a dagirker li Efrînê bêhtirî 10 sivîl revandin, berhemên dîrokî talan kirin û bi zorê bac girtin.
Çavkaniyek ji Efrînê diyar kir ku çeteyên dewleta Tirk li navçeyên Şera , Racoyê û Bibilê 10 sivîl revandin û birin cihekî ne diyar.
Navên revandiyên ku hatine naskirin wiha ne:
Ehmed Mihemed (35), Ehmed Elî Hemo (37) ji gundê Şel-tehît yê Navçeya Bilbilê.
Henan Hesen Ebd ji gundê Mer-saw yê Bilbilê, Azad Mihemed Elî Silêman ji gundê Goliya yê Raco yê û ciwanê 17 salî yê bi navê Ziyad Horo Bin Mistefa.
Çavkaniyekî din jî diyar kir ku dagirkeriya Tirk û çeteyên wê, berhemên dîrokî yên li girê Alçiya yê navçeya Bilbilê talan kirin.
EFRÎNÎ DI BIN GEFAN DE PEREYAN DIDIN ÇETEYAN
Çeteyên “Siqûr El-Şemal” jî bi zorê bacên “Dar El-Qeda” ji şêniyên gundê Qizilbaş û Bêlanê standin.
Kesên bacan nadin jî, bê pere daran jê dikin, rezan dikesixînin û bi terektorên xwe darên zeviyên di destê serçeteyan de, bar dikin.