KNK: Em zimanê Kurdî biparêzin û pê biaxivin

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê KNK’ê bi boneya Roja Cîhanî ya Zimanê Dayikê bi peyamekê ev roj pîroz kir û diyar kir ku divê zimanê kurdî û zeravayên wê werin parastin û zimanê kurdî bibe zimanê sereke yê jiyanê.

KNK’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku dagirkerên Kurdistanê zimanê dayîkê qedexe kiriye û bi hemû şêwayan hewl dide zimanê kurdî ji holê rakin.

KNK’ê kesên ku bi zimanê kurdî di jiyana xwe de bi kar nînin rexne kir û diyar kir ku wan kesan hemû tiştê xwe ji dest daye.

Di dewama daxuyaniya xwe de KNK’ê destnîşan kir ku pêwîst e kurd zimanê xwe yê dayikê bi hemû zaraveyên heyî biparêzîn û rojane di hemû waran de bi kar bînin.

KNK’ê balkişand li ser Rojavayê Kurdistanê û diyar kir ku, dewleta tirk a dagirker her roj êrîş Rojava dike, lê dîsa prosesa perwerde nesekinî , berovajî wê roj bi roj pêşxist.

Back to top button