Heskîf dîroka ku li pêş çavên cîhanê tune dibe!

Çêkirina bendava ILisû dewam dike, pê re jî Heskîfa xwedî dîroka hezarê salan li pêş çavên cîhanê di bin avê de dimîne û tine dibe .

Bajarê Heskîf bi dîroka xwe ya kevin û xwezaya xwe ya xweşik ji ber avakirina bendava Ilisuyê wê di bin avê de bimîne.

Bendav li ser Çemê Dîcleyê hat çêkirin û heta niha gelek avahî di nava avê de mane.

Pêşî li ava Çemê Dîcleyê hat girtin û ava Bendavê bilind bû, her ku av bilind bû dîrok, gund, mêrg û gor di bin avê de dimînin, her wiha 250 250 cih û warên girêdayî Sêrt, Mêrdîn, Êlih û Şirnexê bi bandor dibin.

Hikûmeta AKP’ê ku berê xwe daye xwezaya Kurdistanê, li gel nerazîbûnan jî di sala 2010’an de dest bi çêkirina Bendava Ilisûyê kir.

Ji ber gelek avahî di bin avê de mane gelek malbat bê cih û war mane.

Ji van malbatan jî malbata dayika Hediye Tunç ya 60 salî ye.

Back to top button