Gavên artêşa Îsraîlê li başûrê Sûryê her ku diçe zêde dibe.
Dîsa li gundewarê Quneytirayê Artêşa Îsraîlê bendeke demkî li ser rêya gundên Um Îzam û Mişêrfê danî.
Her weha artêşa Îsraîlê başûrê Libnanê jî bombebaran kirin, derbarê zerarên bombebaranê tu agahî nehatin parve kirin.
Artêşa Îsraîlê bi dewreyeke ku ji 3 erebeyan pêk tê, ket gundewarên Quneytirayê û bendeke kontrolê ya demkî danî.
Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê Artêşa Îsraîlê şênî li vê bendê kontrol kirin û piştî demekê ber bi bargeha xwe ve vekişya.
Balafirên şer ên Îsraîlê Başûrê Lubnanê bombebaran kirin
Li aliyê din, li gorî Ajansa Neteweyî ya Lubnanê îro piştî nîvro balafirên şer ên Îsraîlê 3 êriş li geliya navbera bajarokên Kefûra û Îza yên parêzgeha Nebetiyê a başûrê Lubana pêk anîn.
Her wekî tevgera balafirên şer ên Îsraîlê li ser bajarê Beilbek ê rojhilatê Lubnanê jî hebû.



