Hefter, pêkanîna agirbestê bi vekişîna Tirkiye û çeteyên wê ve girêda

Heta dewleta tirk û çeteyên wê li Libyayê bin wê agirbest pêk neyê. Fermandarê giştî yê artêşa niştîmanî ya Lîbya Hefter bi van gotina dawî li gotinên peymana rawestandina şerê li welêt anî. Serokomarê Tirk Erdogan jî li wê mikur hat ku çeteyên ji Sûrî li Lîbyayê hene.

Îro Fermandarê Giştî yê Artêşa Niştimanî Xelîfe Hefter ragihand, ew amade ne agirbestê pêk bînin, lê bi şertê derketina dewleta Tirk û çeteyên wê ji Lîbyayê.

Di hevdîtinekê de bi ajansa Sputinkê ya Rûsî re, Hefter teqez kir ku êdî sebra wan ji ber çeteyên Erdogan û Serac ku her tim agirbestê binpê dikin, nemaye.

Hefter destnîşan kir ku, eger civaka navdewletî berpirsyatiya dagirkeriya dewleta Tirk raneke, ew ê bi her rengî bersivê bidin.

ERDOGAN: EM Ê TEVAHIYA LÎBYAYÊ KONTROL BIKIN

Tevî her tiştî jî, Erdogan guh li kesî nake û dibêje ew ê Lîbyayê bi temamî kontrol bike.

Duh, piştî Erdogan bi serokê hikumeta Wîfaqê a Ixwana Mislimîn el-Serac re li Stenbolê civiya, anî ziman ku eger aliyên navdewletî ji bo aloziya Lîbyayê negihêjin li hevkirinekê ewê tevahiya Lîbyayê kontrol bikin.

Erdogan telefonî Qiralê Qeterê Temîm bin Hemed jî kiribû û aloziya Lîbyayê nîqaş kirin.

ERDOGAN: ÇEKDARÊN ”CEYŞA WETENÎ YA SÛRΔ LI LÎBYAYÊ HENE

Îro jî cara yekê Erdogan ê ku çete ji sûrî şandine Lîbyayê li wê mikur hat ku çeteyên ji Sûrî li Lîbyayê hene.

Erdogan got:

“Leşkerên me ji bo dayîna perwerdeyê li Lîbyayê ne. Her wiha hin endamên Ceyşa Wetenî ya Sûrî jî hene.”

SEÛDIYÊ JI BER ŞANDINA TIRKIYÊ ÇETEYAN BER BI LÎBYAYÊ VE BI FIKAR E

Ji aliyekî din ve jî Wezîrê Derve yê Erebistana Siûdî Emîr Feysel Bin Ferhan destwerdana dewleta Tirk a li Lîbyayê şermezar kir.

Feysel Bin Ferhan der barê şandina dewleta Tirk a çeteyan ber bi Lîbyayê ve metirsiyên xwe anîn ziman û diyar ku ew ji vê yekê bi fikar in.

Back to top button